Li Swîsreyê namzetekî Kurd

20’ê Cotmehê li Swîsreyê wê hilbijartina Parlamentoya Federal çêbibe. Mustafa Aticî ku ku ji 2004’an ve ji Partiya Sosyalîst (SP) li Kantona Baselê parlamenter e,di hilbijartinê de xwe di ber namzetiyê re kiriye.

20’ê Cotmehê li Swîsreyê wê parlamenterên Parlamentoya Federal werin hilbijartin. Swîsrî û koçberên ku welatiyên Swîsreyê ne wê endamên Parlamentoya Federal û Konseya Deweta Swîsreyê hilbijêr in. Mustafa Atici yê Kurd ku di serî de Kurdistanî û  Tirkiyeyî, koçber wî ji nêz ve nas dikin namzetê parlmenteriyê ye.

Mustafa Atici ji 2004’an û vir ve ji Partiya Sosyalîst (SP) Parlamenterê Kantona Baselê ye.

Basel 2015’an jî di hilbijartinê de bûbû namzet lê bi 89 dengên kêm bi ser neket. Aticî di hilbijartina 20’ê Cotmehê de ji SP’yê xwe di ber namzetiyê re kir.

Atici ji Elbîstanê ya Meraşê ye, Kurdekî Elewî ye. Ji 2001’ê û vir ve di nav SP’ê de siyasetê dike.

Atici bang li hilbijêrên Kurdistanî û Tirkiyeyî kir ku di hilbijartinê de dengê xwe bidinê.