Bîlançoya teqîna li Bender Abbasê giran dibe

Hejmara qurbaniyên teqîna li Bender Abbas a li Îranê bû 25, hejmara birîndaran jî hezar kes derbas kir.

Teqîn roja Şemiyê li bendergeha Şehîd Recaî pêk hat ku ji sedî 85 ê malên Îranê jê derbas dibin.

Teqîna ku bû sedema xisareke gelekî mezin, ji dehan kîlometreyî dûr hate bihîstin.

Ajansa Nûçeyan a Tasnîmê li gorî agahiyên ji serokê dadgeriya eyaleta Hormozganê Mûctaba Gahremanî ragihand ku herî kêm 25 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Televîzyona dewletê jî diyar kir ku hezar kes birîndar bûne.

Li ser sedema teqînê hîn agahî bi dest neketine.

Ev bendera stratejîk li nêzî bajarê peravî Bandar Abbas e ku bi hezar kîlometreyî dûrî paytext Tehranê ye û li ser Tengava Hurmuzê ye ku yek ji pênc hilberîna petrola cîhanê jê derbas dibe.

Serokkomar Mesûd Pezeşkiyan ferman da ku sedemên karesatê bê lêkolîn.

Li gorî daxuyaniya Gumrukê ku li televîzyona dewletê hate weşandin, teqîn dibe ku ji ber şewata li depoyeke ji madeyên kîmyewî û xetere rû dabe.

Rojnameya New York Timesê jî li gorî agahiyên ji çavkaniyekî nêzî Muxafizên Şoreşê wergirtî, sodyum perklorat bû sedema teqînê ku madeyek ji bo sotemeniya hişk a fuzeyan e.

Li herêma şewatê tenê destûr ji medya Îranê re hate dayin ku wêne û dîmenan bikişîne.

Rayedarê rewşa lezgîn Mehrdad Hasanzadeh diyar kir ku rayedaran ferman dan ku roja Yekşemê li bajarê Bender Abbas ofîs û dibistan girtî bimînin.

Wezareta Tenduristiyê jî bang li şêniyên herêmê kir ku heta 'fermaneke duyemîn' li malê bimînin û eger ji neçarî derkevin derve jî divê maske bi kar bînin.