Trump vê carê xwest keştiyên DYE'yê bi serbestî ji Suweyşê derbas bibin

Serokê DYE'yê Donald Trump ji bo keştiyên Emerîkî ji qenalên Panama û Suweyşê bi serbestî derbas bibin bang kir.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bi mehan e daxwaza xwe dubare dike ku kontrola Qenala Panamayê bixe destê xwe.

Trump vê carê Qenala Suweyşê kir hedef, ku ji bo bazirganiya cîhanê rêyeke din a stratejîk e.

Serokê DYE'Yê Donald Trump li ser Truth Socialê daxuyanî da û got, "Divê destûr bê dayin ku hem keştiyên leşkerî hem jî yên bazirganiyê yên Emerîkî bêpere ji qenalên Panama û Suweyşê derbas bibin. Bêyî Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê hebûna van qenalan nedibû."

Trump got, "Min ji Wezîrê Karên Derve Marco Rubio xwest, vê mijarê lêkolîn bike."

Trump ku beriya 20'ê Çileyê jî zextsa li ser Panamayê giran kir, gef xwaribû ku qenalê 'paşve bistîne' ku ji aliyê DYE'yê ve hate avakirin, sala 1914'an hate vekirin û heta sala 1999'an di bin serweriya DYE'yê de bû.

Panamayê sala 1977'an bi rêya peymaneke ku bi Serok Jimmy Carter re mohr kir, sala 1999'an paşve wergirtibû. Ji sedî 5 ê bazirganiya deryayî ya cîhanê ji herdu qenalan pêk tê ku herî zêde DYE û Çîn bi kar tînin.

Di destpêka meha Nîsanê de Washîngtonê ji Panamayê destûr wergirtibû ku li dora vê qenala avê ya stratejîk personelên leşkerî yên DYE'yê bi cih bike.