Li Nîjeryayê çeteyan êrîşê kana zêr kirin û karkerên kanê kuştine
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, ragihan ku komek çekdar li eyaleta Zamfara ya Nîjeryayê êrîşê xebatkarên li kana zêr dixebitin kirine û herî kêm 26 kuştine.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, ragihan ku komek çekdar li eyaleta Zamfara ya Nîjeryayê êrîşê xebatkarên li kana zêr dixebitin kirine û herî kêm 26 kuştine.
Hat ragihandin ku ev êrîş roja Pêncşemê pêk hatiye. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî roja Şemiyê bi daxuyaniyek ragihand ku komek çekdar li hemberî qada kana zêr êrîş pêk anîne û herî kêm 26 kes kuştin e.
Rayedarê Sendîkaya Kana Zêr a Herêmê Yahya Adamû Gobirawa, ji AFP’ê re axivî û diyar kir ku roja Pêncşemê dora nîvor komek ‘keleş’ êrîşê qada kana zêr kirine û got ku di encamê de 19 kes hatin kuştin.
Dîrektorê Rêxistina Efûyê ya Nîjeryayê Îsa Sanûsî got, “Komên keleş yekser çûne kana zêr û li cihê bûyerê 14 karkerên kanê dikujin. Cenazeyên karkerên din piştre tên dîtin.” Sansûsî, anî ziman ku qurbaniyên din hê dema koma çeteyan li herêmê bûn, hewl didan xwe rizgar bikin hatine kuştin.
Zamfara li herêma bakur û navendê ya Nîjeryayê cih digire. Li vê herêmê komên çekdar ne tenê li dijî hêzên ewlekariyê di heman demê de li dijî gundan jî êrîşên dijwar pêk tînin. Komên çete mirovan direvînin û ji bedêla wê fidye dixwazin û malan talan dikin.
Li heman herêmê roja Sêşemê êrîş hatibû kirin, lê ev êrîş bêencam bibû. Lê roja Pêncşemê çete bi hejmarek mezintir û ‘çekên giran’ êrîş kirine.