Li Swêdê li dijî komployê pirtûkxaneya gerok
Rêxistinên Kurdan ên li Swêdê xebatê dimeşînin di salvegera 22’emîn a komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê pirtûkxaneyên gerok bişîne gelek deran û çalakiyan li dar bixe.
Rêxistinên Kurdan ên li Swêdê xebatê dimeşînin di salvegera 22’emîn a komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê pirtûkxaneyên gerok bişîne gelek deran û çalakiyan li dar bixe.
Rêxistinên Kurdan ên li Swêdê xebatê dimeşînin di salvegera 22’emîn a komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê gelek çalakiyên cihê li dar bixin.
Bi şîara ‘Em ê komployê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin’ di navbera 1-15’ê Sibatê de wê çalakiyan li dar bixin, hêzên komploger teşhîr bikin û ji bo ku Ocalan serbest were berdan wê kampanyayê xurt bikin.
Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Swêdê ji bo fikr û ramanên Ocalan belav bikin wê pirtûkxaneyên gerok bişînin gelek deran, broşurên li ser fikrên Ocalan û pirtûkên wî yên ku li Îngilîzî û Swêdî hatibûn wergerandin jî li gel belav bikin.
Hate diyarkirin ku wê ev çalakî bi meşa dirêj a di 15’ê Sibatê de bi dawî bibe.
BERNAMEYA ÇALAKIYAN
Stockolm: 4’ê Sibatê saet 12.00, Qada Medborgarplatsenê
Ûppsala: 4’ê Sibatê saet 16.00, Qada Celesîûsê
Orebro: 5’ê Sibatê saet 12.00, Qada Jartorgetê