Li Swêdê di ayînekê de ji Rojava dia hate xwendin
Li navçeya Soderhamn a Swêdê roja Yekşemê ayînek hate kirin. Di ayînê de ji bo gelên Rojava dia hate xwendin.
Li navçeya Soderhamn a Swêdê roja Yekşemê ayînek hate kirin. Di ayînê de ji bo gelên Rojava dia hate xwendin.
Navçeya Soderhamnê ya ku ew û şaredariya Nisêbînê bûne ‘şaredariyên bira’ roja Yekşemê li dêrê ayînek li dar xist. Rêveber û keşeyê dêrê Erîk Lennestol ji bo azadiya gelên Rojava dia xwend.
Cemaeta ku tevlî ayînê bû ji bo şermezarkirina sûcên şer ên Tirkiyeyê û bibîranîna kesên di êrîşên dewleta Tirk de hatine qetilkirin, mûm vêxistin.
Di 29’ê Adarê de wê li vê derê civînek were lidarxistin. Serokê Komîteya Hevgirtina bi Kurdistanê re Benny Gûstaffson wê li ser berxwedana gelê Rojava ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û geşedanên li Bakurê Kurdistanê biaxive.