Li Swêdê dagirkeriya Tirk hate protestokirin

Êrîşên der hiqûqî û li dijî peymanên navneteweyî ya dewleta Tirk li paytexta Swêd Stockholmê û bajarên Gavle, Hudîksvall, Sandvîken û Goteborgê bi çalakiyan hate protestokirin.

Di çalakiyê de dirûşmên şermezarkirina dewleta Tirk hatin qîrkirin. Her wiha bang li NY û civaka Navnetewî hate kirin ku li dijî dagirkeriyê bikevin tevgerê û dewleta Tirkiyê ceza bikin.

STOCKHOLM

Nêzî saet 16:00’an Kurdistanî û dostên wê li pêşiya konsolxaneya Tirk çalakiyekî bi mebesta protestokirina êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava kirin. Di saetên êvarî de li meydana Sergelstorg ya navenada bajar dûbare çalakiyek pêkanîn.

Zuhaîr Kajazadeh yê Rojhilatî ji ANF’ê re axivî û got: “Dewleta faşîstê Tirk ji bo ku Kurdan ji holê rake Rojava bombebaran dike û dixwaze dagir bike.”

Kajazadeh diyarkir ku ew bibawere ku vê Kurd heta dawî li dijî hewildanên qirkirinê yê dewleta Tirk berxwe bide û domand: “em her roj dadikevin qadan û dewleta Tirk protesto dikin. Divê cîhan û tevahî Ewropa bertek û nerazîbûnên Kurdan bibînin û li hemberî dewleta Tirk helwest bigirin.”

GAVLE

Di çalakiya ku li meydana Stortorgetê pêk hat de Brûsk Rojava daxuyaniya çapemenî ya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk xwand.

Li ser navê Malbatên Şehîdan Vecdîn Batte axivî û bal kêşa ser pêkanînên dewleta Tirk ku dixwaze gelê Kurd û kêmnetewên din ên Rojava qir bike. Nûnerên partiyên siyasî ku di mîtîngê de axivîn û dewleta Tirk bi sûçên şer tawanbar kirin û bangewvazî kirin ku dewleta Tirk ji Rojava derkeve.

SANDVÎKEN

Kurdistanî û dostên wan ên li navenda bajar kom bûn, bi meş û mîtîngekê dagirkeriya Tirk hate protestokirin. Nûnerên partiyan di axaftinên kirî de dewleta Tirk bi sûcê şer sûcdar kirin û banga derketin ji Rojava kirin.

HUDÎKSVALL

Di çalakiya ku li navenda bajar pêk hat de, li ser navê Partiya Çep Charlîne Kîffer Gaude bibîr xist ku li Swêdê rayekî bihêz li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Rojava çêbûye û got “Hê ji niha ve me karî ku firotina çekan a ji bo Tirkiyê bidin ragirtin. Divê Swêd niha jî ji bo ku Bakurê Sûriyeyê wekî herêma ji firînê re qedexe bê îlankirin, bixe rojeva Netewên Yekbûyî.”

GOTEBORG

Ev heftiyeke ku heta niha hemû rojê Kurdistanî û dostên wê dadikevin meydanan û dagirkeriya dewleta Tirk protesto dikin, îro dîsa li meydanan bû. Kurdistaniyên ku li Meydana Brunnparken kon vedabûn, heta saetên derengê şevê bi awayên devkî û nivîskî di derbarê dagirkeriyê de gelê Swêdê agahdarkirin.