Li Swêdê çalakiyên li dijî Komploya 15’ê Sibatê destpê kirin
Starta çalakiyên protestokirina komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li paytexta Swêdê Stockholmê destpê kir
Starta çalakiyên protestokirina komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li paytexta Swêdê Stockholmê destpê kir
Rêxistinên Kurd ên li Swêdê bi şiyara, “Em komployê jibîr nakin û nadin jibîr kirin” çalakiyên xwe yên li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dom dikin. Rêxistinan li paytext Stockholmê çalakiyek lidar xistin.
Kurdistaniyên ku li Qada Medborgarplatsenê hatîn gelhev, flama û pankartek mezin ku bi nivîsa ku daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike hilgirtin.
Di çalakiya ku dewleta Tirk hatî şermezarkirin û Tevgera Azadiya Kurd hatî silavkirin de, dirûşemyên “Dewleta Tirk ji Kurdistanê derbikeve”, “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû”, “Faşîst, katîl Erdogan” û “Ocalan gel e, gel em in” berz kirin. Seroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Stockholmê Mirhem Yigit, Hevseroka KNK’ê ya Swêdê Zeynep Morad û Seroka Meclîsa Jinan a Amara Ayşe Goktepe di axaftinên xwe de komploya navnetewî ya ku dikeve sala 22’an şermezar kirin.
Axafvanan diyar kirin ku dema azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatiye û bang li gelê Kurd û dostên wan kirin ku tevlî çalakiyên li dijî komplo û dewleta Tirk bibin.
PIRTÛKXANEYA GEROK JI STOCKHOLMÊ KETE RÊ
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Swêdê, Meclîsa Jinan a Amara û Yekitiya Jinan a Sara, ji bo berhemên Rêberê Gelê Kurd Abdullah ên wergêrî Îngilîzî û Swêdî kirîn, aktîvîteya pirtûkxaneya gerok dan destpê kirin.
Pirtûkxaneya ku li Qada Medborgarplatsen a Stockholmê, piştî çalakiya protestokirina komployê bi dawî bû, ber bi bajarê Ûppsala ve kete rê. Wê di seat 16:00’an de li Qada Celîcîûs be û wê pirtûkxane li kesên ku bixwaze pirtûkên Abdullah Ocalan belav bike.
Pirtûkxane wê roja 5’ê Nîsanê seat 12:00’an li Qada Jarntorget a Orebroyê, 6’ê Nîsanê seat 11:00’an li Qada Stortorget a Helsîngborgê, seat 15:00’an jî li Qada Mollevangstorget a Malmoyê û 7’ê Nîsanê seat 13:00’an li Qada Gûstaf Adolf a Goteborgê be.