Li Swêd, Ewistralya û  Elmanyayê dagirkerî hate şermezarkirin

Li du bajarên Swêdê, li Sydneyê ya Ewistralyayê û li Heîdenheîmê ya Elmanyayê êrîşên dagirkeriya qirker a Tirk hate şermezarkirin.

Li Uppsalayê ya Swêdê Kurdistanî û dostên wan dagirkeriya qirker a Tirk a li ser Rojava şermezar kirin.

Di xwepêşandanê de yali Meydana Storatorgetê li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Uppsalayê axaftin hate kirin, di axaftinê de ji ber bêdengiya Neteweyên Yekbûyî ya li ser êrîşên dagirkeriya Tirk rexne hatin kirin.

Li ser navê Partiya Çepgir, Berpirsa Karê Derve ya Herêmî ya Uppsalayê Yekbûn Alp jî xwest ku peymana penaberan a di navbeyna Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê de were betalkirin û guşarên aborî li Tirkiyê were daniîn û PKK ji nav lîsteya terorê were derêxistin.

VASTERAS

Bi tevlêbûna 2 hezar kesî, çalakiyeke şermezariyê li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Rojava- Bakur Rojhilatê Sûriyê hate kirin. Di axaftinan de ya li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hate gotin dewleta Tirk dixwaze pergala wekheviya gelan a li Rojava têk bibe.

Her wiha hate gotin heta ku dewleta Tirk leşkerên xwe ji Rojava bi temamî vekişîne ew ê li kuçeyan bin û hate xwestin ku Kurd yekîtiya xwe pêk bînin.

Televizyona Dewletê ya Swêdê (Svt) cihekî berfireh da çalakiyê. Ji Komîteya Rojava Kakşar Omar Mehmûd ji Svt re axivî û got dewleta Tİrk li Rojava sivîlan dikuje.

SYDNEY

Li Sydneyê ya Ewistralyayê, Kurdistanî û dostên wan li Town Hallê hatin cem hev, mûm pêxistin û dagirkeriya Tirk a şermezar kirin. Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û hate gotin gelek kerdên Kurdan li ser sukra gelên cîhanê hene.

Her wiha hate xwestin ku Serokwezîrê Ewistralyayê zextê li ser Tirkan bike da ku ji Rojava vekişin.

HEIDENHEIM

Li Heîdenhemîmê ya Elmanyayê jî bi banga KON-MED'ê dagirkeriya Tirk hate şermezarkriin. ATÎF, AGÎF, SYKB, MLKPD Û DKP'ê destek dane çalakiyê. Di çalakiyê de dagirkeriya Tİrk hate şermezarkirin û bi dirûşmeyan hate gotin, ''Terorîst Erdogan'', ''Dagirker ji Rojava bicehimin'', ''Bijî hevgirtina navnetewî''.

Înê jî, saet 18.30'an li navenda bajarê Ulmê wê meşek were kirin.