Li Stûttgartê rûniştina Kurdan dom kir

Li Stûttgartê rûniştina Kurdên ku dihatin darizandin pêk hat.

Li bajarê Stuttgart a Almanyayê rûniştina 5 Kurdên ku li girtîgeha Stamheimê 4 jê girtî û 1 jî ne girtî dihatin darizandin dewam dike. Li salona girtîgeha Stamheimê 25 û 26. rûniştina doza derbarê Veysel S, Egîd A, Ozkan T û Cîhan A’yê ku ne girtî tê darizandin pêk hat. 

Lêgerîna hûr û kûr a serdanvanên ku ji bo şopandina rûniştinê hatibûn bal kêşand. Lêgerîna hûr û kûr ya li ser serdanvanan pêk anîn wê carê li ser rojnamevanan ku dixwastin dozê bişopînin jî pêk hat.

ÎFADEYÊN NAKOK DAN, HEQARET LI JINA CIWAN KIR

Di rûniştinê de parêzerê Veysel S Martîn Heimîng çend pirs ji mikurhatî Ridvan.O kir. Li ser bersivên Veysel S parêzer Heimîng got: “Li gorî rûniştinên berê  îfadeyên nakok dide.” Ridvan O çend îfadeyên ku beriya niha dabûn, red kir û berdewam bi awayî ku “nizanim, nayê bîra min, min tiştek wiha negotiye” bersiv da. Ji ber gotina “Not bigirin, bi wî rengî wê bê bîra we” ya serdanvaneke ku jinekî ciwan bû, Ridvan O bi îşareta destê xwe li ser wê jinê tacîz kir. 

Şandeya dadgehê daxûyakirin ku wê rûniştin roja Pêrşemî û Înê bidome.