Li Stûttgartê êrîş hatin protestokirin
Li Stûttgartê êrîşên li dijî xwendekarên Bogazîçî û Hêzên Têkoşîna Yekbûyî hate protestokirin.
Li Stûttgartê êrîşên li dijî xwendekarên Bogazîçî û Hêzên Têkoşîna Yekbûyî hate protestokirin.
Bi çalakiya ku li Qada Kobanê ya li bajarê Stûttgart a Elmanyayê hatî lidarxistin, êrîşên li dijî Hêzên Têkoşîna Yekbûyî û xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê hatin protestokirin.
Di çalakiya ku bi banga DGB Ewropa, Yekitiya Têkoşînê, AGIF, SKB, Arbeîtskreîs Solîdarîtat, Dîe Lînke Stûttgart û Kongresa Avaker a Dersîm û Partîzan hatî lidarxistin de, destgîrkirin û êrîşên li dijî hêzên têkoşîna yekbûyî û berxwedana xwendekarên Bogazîçiyê hatin protestokirin.
Di mitîngê de pankarta bi nivîsa “Êrîşa li dijî yek ji me, êrîşek li dijî me hemûyan e” vekirin, daxuyaniyên Hêzên Têkoşîna Yekbûyî û însiyatîfa Bogazîçiyê jî hatin xwendin. Di çalakiyê de li ser hev dirûşmeyên şoreşgerî û “Li dijî faşîzmê têkoşîna yekbûyî” berz kirin û diyar kirin ku saziyên şoreşgerî yên li Stûttgartên piştgiriyê bidin berxwedaniya li Bogazîçiyê.
Di çalakiyê de daxuyaniya HBDH’ê ya di derbarê grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê de jî hate xwendin.