Li Stûttgartê danişîna siyasetmedarên Kurd çêbû

Li Stûttgartê ya Elmanyayê danişîna siyasetmedarên Kurd ku bi biryareke skandal dihatin darizandin çêbû.

Danişîna siyasetmedarên Kurd S., Agit, Evrîm A., Ozkan T. û Cîhan A yê ku bêyî girtin tê darizandin, dîsa li hêwana Girtîgeha Stammheîmê, li Stûttgartê ya Elmanya pêk hat.

Siyasetmedarên Kurd weke her carê destê wan kelemçekirî anîn danişîne, her wiha piyê Veysel S. û  Agît K zincirkirî bûn.

Ên ku hatin dadgehê ji ber ku qarîş û seatên wan ji wan hatin standin helwest nîşan dan.

Di danişînê de polîseke jin a şahid ku ji daîreya krîmînal hatî hate guhdarîkirin.

Siyasetmedarên Kurd bal kişandin ser dagirkeriya Tirk a li ser Rojavayê Kurdistanê, gotin hişê wan li ser wir e û ji ber vê jî ew konsantreyî danişînê nabin.

Danişîn taloqî 18'ê Cotmehê bû.

DANIŞÎNA 2 WELATPARÊZIN DIN JÎ ÇÊBÛ

Her wiha danişîna du welatparêzên Kurd ên bi navê Şemsettîn B. û Salik K. jî pêk hat.

Danişîna Salih K. taloqî 14 û 16 û ya Şemsettîn B. jî taloqî 15 û 17'ê Cotmehê bû.