Li Stûttgartê ciwan ji bo azadiya Abdullah Ocalan daketin qadan

Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê, ciwanên Kurd bi dirûşma "Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne" çalakiyeke bêîteatiya sivîl kirin.

Komek ji ciwanên Kurd danê êvarê li qada Stûttgarterê li hev kom bûn û diyar kirin ku dem hatiye Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.

Ciwanan bal kişandin ser tecrîda giran a 22 salan a li Îmraliyê û got, "Rêber Apo ji bo me xeta sor e. Azadiya Rêber Apo azadiya ciwanan e."

Çalakgeran bang li ciwanan kirin û gotin, "Di serî de ciwanên Kurd divê Kurdistanî hemû ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dakevin qadan." Çalakî bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.