Li Stûttgart, Roma û Atînayê qetlîam hate protestokirin

Li Stûttgart, Roma û Atînayê Kurdistanî û dostên wan daketin qadan û qetlîamên dewleta Tirk protesto kirin.

STÛTTGART

Bi sedan kes îro li Qada Kobanê (Schlossplatz) a Stûttgarê hatin ba hev û çalakiyeke protestoyê li dar xistin. Piştre bi beşdariya sê hezaran kesan meşeke protestoyî hate lidarxistin. Di meşê de sloganên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî berxwedana Rojava’ hate berzkirin.

ROMA

Li Romayê ya ku paytexta Îtalyayê ye êrîşên dagirker ên dewleta Tirk hate protestokirin. Di çalakiyan de hate diyarkirin ku dewleta Tirk qirkirinê dike û bangî hêzên navneteweyî hate kirin ku bila têkevin nav hewldanan.

ATÎNA

Li Atînayê ya ku paytexta Yewnanistanê êrîşên dewleta Tirk a dagirker hate protestokirin. Nêzî deh hezar kes tevlî meşê bûn û alaya PKK’ê hate vekirin.

Di meşê de gelek belavokên bi Yewnanî û Îngîlîzî hate belavkirin.