Li Stûttgart, Kîel , Moersê dagirkeriya Tirk hate protestokirin

Li bajarê Stûttgart, Kîel û Moers ên Elmanyayê êrîşên  dagirker û qirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyên cuda cuda hatin protestokirin.

Kurdistanî û dostên wan ên li ser banga Platforma Defennd Rojava a Stûttgart a  Elmanyayê li Qada Kobanê kom bûn. Di çalakiyê de hate gotin ku di êrîşa dewleta Tirk a li Rojava mehek dom dike de gelek mirov hatin qetilkirin û ji cihên xwebûne.

KÎEL

Li gel Kurdistanî, endamên MLKP, Elman û Dîe Lînke yên li Kîel kom bûn, ber bi       HBF’ê ve meşiyan. Di meşê de wêneyên şehîdan û alên YPG/YPJ’ê hatin hildan. Di çalakiyê de li ser navê Dîe Lînke daxuyaniyek hate dayîn û hate gotin ku wê şervanê enternasyonalîst Andok Cotkar ê li Serêkaniyê şehîd bûye, di têkoşînê de her tim bide jiyîn. Hate diyarkirin ku wê Elmanî her tim cih li gel têkoşîna gelê Kurd bigirin.

MOERS

Li bajarê Moers jî bi sedan kes li pêşiya HBF’ê bi mîtîngekê dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin. Di axaftinan de bal kişandin ser qirkirina dewleta Tirk a li ser Kurdan û bang hate kirin ku divê bêdeng nemînin û xwedî li Rojava bê derktine.