Li Strasbourgê ji bo Rojava çalakî hat lidarxistin
Li Strasbourgê, êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Rojava hatin protestokirin.
Li Strasbourgê, êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Rojava hatin protestokirin.
Li bajarê Strasbourg ê Fransayê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Rojava hatin protestokirin. Kurdsitaniyên li ser banga TCŞ’ê li ber Strasbourgê hatin ba hev, bêyî navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.
Di çalakiyê de ji bo bîranîna şehîdan rêzgirtin hat girtin daxuyanî hat dayîn.
Endamê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Ferît Çelîk daxuyaniya KCDK-E’yê ya li ser êrîşên dagirkeriyê hatiye amadekirin xwend.