Li Stockholmê ji bo azadiya Ocalan çalakî

Li paytexta Swêd Stockholmê Kurdistaniyan ji bo azadiya Rêberê Kurd Abdullah Ocalan çalakî kirin û salvegera 43'an a Xwebûna Kurd pîroz kirin.

Kurdistaniyan ji bo azadiya Ocalan li kolana herî şên a Stockholmê Sergelstorgê şevê dî bi qasî saetekê çalakî kirin.

Dema çalakiyê bi belavokan êrîşên dewleta Tirk û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate teşhîrkirin û hate xwestin ku Ocalan were berdan.

Çalakgeran bi resmên Ocalan bi Ingilîzî, ''Ji Ocalan re azadî'' nivîsîn, her wiha salvegera bûyina 43'yan a Xwebûna Kurd, damezirandina PKK'ê pîroz kirin. Li meydanê posterekî mezin ê Ocalan û alaya PKK'ê hate daleqandin.

Çalakgeran diyar kirin heta ku Ocalan azad bibe ew ê li malên xwe rûnenin û tim çalak bin.