Li Stockholmê dewleta Tirk hate şermezarkirin
Li Stockholma paytexta Swîsre yê bi çalakiyan, dagirkeriya dewleta Tirk a Başurê Kurdistanê û êrîşên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd hate şermezarkirin.
Li Stockholma paytexta Swîsre yê bi çalakiyan, dagirkeriya dewleta Tirk a Başurê Kurdistanê û êrîşên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd hate şermezarkirin.
Roja Înê ya derbasbûyî, Kurdistaniyên ku çalakiyên ku ji bo protestokirina dewleta Tirk kirin, îro jî ji bo êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a li Başurê Kurdistanê û êrîşên qirkirinê yên li ser gelê Kurd li taxên Kista û Sergelstorg yên navenda bajarê Stocholmê bi çalakiyan protesto kirin.
Çalakî bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên Stockholmê hat kirin, pankartên bi nivîsa “Erdogan ji koronavîrûsê talûketir e”, “Doh Rojava, îro Başurê Kurdistanê, dagirkeriya Tirkan rawestînin”, “Artêşa Tirk ji Rojava derkeve”, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û alayên KCK û PKK’ê hatin hildan.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên Stockholmê, da diyarkirin ku wê rojên Çarşemê û Şemiyê çalakiyan bikin û banga tevlêbûna çalakiyan kirin.