Li Stockholmê dagirkeriya Tirk hate protestokirin

Kurdistanî û dostên wan li paytexta Swêd a Stockholmê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin.

Kurdistanî û dostên wan xwestin li pêşiya avahiya Sefaretxaneya Tirk a Swêd çalakiyekê bikin, lê polîsan bend danîn pêşiya avahiyê û ewlekariyeke mezin girtin, rê li trafîkê girtin û rê nedan ku çalakvan xwe bigihîn pêşiya avahiyê.

Çalakî li nêzî sefaretxaneyê pêk hat û girseyê bi dirûşman helwesa xwe ya li dijî qetlîamên dewleta Tirk nîşanda.

Di axaftinên bi Kurdî û Swêdî li vir hate kirin de hate diyarkirin ku li Rojava sûcê şer û mirovahiyê tê kirin. Bang heta kirin ku divê di serî de Neteweyên Yekbûyî, civaka navneteweyî guşaran li ser Tirkiye ya ku peymana navnetweyî binpê kiriye, bikin.

Çalakvanên ji ANF’ê re axivîn, diyar kir ku armanca Tirkiye pêşîgirtina li statûya Kurdan a li Rojava ye.

Sîwan Sakî yê ji Rojhilatê Kurdistanê ye got: “Ereb, Kurd, Asûr-Sûryan, Azarî û Tirkmen ên bi hev re weke bira dijîn kirin hedef. Parastina Rojava erkekî exlaqî û mirovî ye.

Hevşaredara berê ya Geverê Rûken Yetîşkîn jî diyar kir ku her tim li Kurdistanê xwîn hatiye rijandin û li Rojava jî jin, zarok û sivîl tên qetilkirin. Yetîşkîn got: “Dewleta Tirk dixwaze Rêveberiya Xweser a Demokratîk a li wir pêk hatî ji holê rake.”

Ûgûrhan Çetînkaya yê ji Dersimê ye jî destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze li Rojava qirkirineke berfireh pêk bîne û got “Her kesê dibêje ez mirovim, li dijî qetlîamên dewleta Tirk divê rabe ser lingan.

Çalakî piştre bi meşeke ber bi Qada Sergelstorgê ve dewam kir. Herî dawî çalakî bi qîrkirina dirûşman ve bi dawî bû.