Li Stockholmê 1’ê Gulanê bi meşekê hat pîrozkirin

Li Stockholmê bi boneya 1'ê Gulanê Cejna Kedkar û Karkeran a Cîhanê meşek girseyî hat lidarxistin.

Li paytexta Swêd, Stockholmê bi boneya 1’ê Gulanê Cejna Kedkar û Karkeran a Cîhanê bi pêşengiya Partiya Çep a Swêdê meşek girseyî hat lidarxistin. Kurdistanî jî bi al û rengê xwe tev li meşê bûn. Kurdan di meşê de alên Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK), Civaka Jinên Rojhelatê Kurdistanê (KJAR) û Partiya Çepên Kesk hildan. Di meşê de wêneyê Zeyneb Celaliyan û Jîna Emînî hatin hildan.

Girseya gel di saet 11.00 li qada Medborgarplatsen kom bûn, piştî axaftinan di seet 13.00'an de ji qada mitîngê dest bi meşê kirin. Di meşê de gelek sazî û rêxistinên cuda ku beşdar bûn.

Piştî meş gihişt qada kombûnê ji aliyê Partiya Çep a Swêdê ve axaftin hatin kirin. Siyasetmedarên Swêdî rexne li polîtîkayên dewletê yên ji bo bikevin NATO’yê ku xwe nêzî Tirkiyeyê kiriye, kirin. Di axaftinan de bang li serokwezîr û rayedarên Swêdê hat kirin ku ji bo qetilkirina Kurdan çekan nefiroşin dewleta Tirkiyeyê û gotin: “Ji ber ku kiryarên we rê li ber qetilkirina Kurdan vedike.”