Li Stockholm û Helsîngbûrg dewleta Tirk hate protestokirin

Dewleta Tirk a li Serêkaniyê qetlîam pêk anî li paytexta Swêd Stockholm û bajarê Helsîngbûrg hate protestokirin.

Di çalakiyê de bang li Yekîtiya Ewrop û Neteweyên Yekbûyî hate kirin ku ji bo rawestandina êrîşan bikevin nava hewldanan.

STOCKHOLM

Kurdistanî û dostên wan ên li Stockholmê daketin qadna li Qada Sergelstorgê dagirkerî şermezar kir. Li ser navê Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK) Karwan Seîd axivî. Seîd anî ziman ku dewleta Tirk ji bo pêşîgirtina destkeftiyên Kurdan hiqûqa navneteweyî binpê kir û êrîş bire ser Rojava û bi qetilkirina sivîlan sûcê mirovahiyê dike. Saîd bang li Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê kir ku ji bo rawestandina êrîşan bikevin nava tevgerê.

HELSÎNGBORG

Kurdistaniyên li Helsîngbûrgê hatin ba hev daxuyaniyek dan û daxwaz ji hikûmeta Swêdê hate kirin ku ji bo rawestadina êrîşên dewleta Tirk bikevin nava tevgerê.