Li Stavrapolê tûrnuvaya futbolê
Li bajarê Stavrapol ê Federasyona Rûsyayê, ciwanên welatparêz tûrnuvayeke futbolê li dar xistin. Tûrnuva diyarî rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.
Li bajarê Stavrapol ê Federasyona Rûsyayê, ciwanên welatparêz tûrnuvayeke futbolê li dar xistin. Tûrnuva diyarî rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.
Li navçeya Novoalêksandrovsk a bajarê Stavrapol ê Federasyona Rûsyayê, ciwanên welatparêz tûrnuvayeke futbolê lidar xistin.
Tûrnuva wek diyarî ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 4’ê Nîsanê ye hate destpêkirin.
Bi tevahî 6 tîmên ciwanan ên bi navê Azadî, Ocalan, Kobanê, Efrîn, Yekbûn û Zagros tevlî tûrnuvayê bûn. Di maça fînalê de tîma Zagros bi ser ket û cihê yekemîn girt.
Piştî tîmên serketî diyar bûn, Berpirsiyarê Rûsipiyên Stavropolê Ferman Rostemov tîmên serketî pîroz kir û xelatên wan pêşkêşî wan kir.
Tûrnova bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.