BI DÎMEN

Li St Gallenê çalakiya Hefteya Lehengiyê

Endama KOMAW'ê Fîdan Şenturk di çalakiya ku bi boneya Hefteya Lehengiyê hat lidarxistin axivî û diyar kir ku gotina şehîdan a "Li ser gorên me deyndar binivîsin" her tiştî bi kurtasî nîşan dide.

Hefteya Lehengiyê

Bi boneya Hefteya Lehengiyê li kantona St. Gallenê çalakiya bîranîne hat lidarxsitin. Gelek kes beşdarî çalakiya li Navenda Civaka Demokratîk a St. Gallenê hat lidarxistin bûn. Di çalakiya ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Swîsreyê (KOMAW) Fîdan Şenturk axivî. Fîdan Şenturk ev tişt anî ziman: "Jiyana her şehîdekî/ê destan û efsaneyek e. Ji ber vê yekê ez silavên xwe ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû gerîlayên ku têdikoşin re dişînim. Kurdistana azad, di vê wateyê de gotina 'li ser gorên me deyndar binivîsîn' hemûyan bi kurtasî tîne ziman."

Piştre sînevîzyona ku têkoşerên Serxwebûn Serhed (Sefa Altunay), Çekdar Zîlan (Ridvan Demîragaç) û Şevger Barmanî (Oktay Salman) ên di demên cuda de şehîd bûne, hate nîşandan.

Piştî pêşandana sînevîzyonê Hunermend Ferhad Arî konserek kurt a mûzîkî da.