Li Solothurnê ji bo Îmraliyê kart hatin şandin
Di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk" a cîhanî de li bajarê Solothurn ê Swîsreyê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kart hatin şandin.
Di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk" a cîhanî de li bajarê Solothurn ê Swîsreyê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kart hatin şandin.
Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk” a cîhanî ku ji aliyê dostên gelê Kurd ve di 10’ê Cotmehê de hatibû destpêkirin, berî niha bi demek kampanya ‘100 hezar kart bişînin Îmraliyê’ hatibû destpêkirin.
Bi wesîleya salvegera Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê, di bin pêşengiya baskê enternasyonalîst a meşên dirêj ên ku îsal wê li Swîsreyê bên lidar xistin de, li bajarê Solothurnê ji bo Girava Îmraliyê kart hatin şandin.
Enternasyonalîstan beriya şandina kartan li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (CDK-So) li hev kom bûn.
Ji vir jî bi beşdariya Kurdistaniyan heta postaxaneya li navenda bajêr meşek hat lidar xistin.
Li ber postaxaneyê li ser navê enternasyonalîstan bi zimanê Elmanî daxuyanî hat dayîn û banga tevlîbûna mîtînga Navenda Ewropayê ya ku wê di 17'ê Sibatê de li bajarê Koln ê Elmanyayê bê lidar xistin, hate kirin.
Di daxuyaniyê de, her wiha hate diyar kirin ku amadekariyên meşa dirêj a enternasyonalîstan a ji bajarê Basel ê Swîsreyê heta bajarê Strasbourg ê Fransayê ku wê di navbera 10-15 'ê Sibatê de bê lidarxistin, bi dawî bûye.
Hevserokê CDK’ê ya Solothurnê Mazlûm Kizildag jî bal kişand ser pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk" û der barê pêngavê de agahî da.
Piştî axaftinan çalakvan bi dehan kartên îmze kirî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku li Îmraliyê di bin tecrîda mutleq de ye, şandin.