Li Skoçya, Fransa, Ewûstûrya, Hollanda û Yewnanistanê çalakî hatin kirin
Li bajarê Edîngûrgh û Glasgow ên Skoçya, Bordeaûx a Fransa, Melboûrne ya Ewûstûrya, Rotterdem a Hollanda û paytexta Yewnanistan Atînayê dagirkeriya Tirk hate protestokirin.
Li bajarê Edîngûrgh û Glasgow ên Skoçya, Bordeaûx a Fransa, Melboûrne ya Ewûstûrya, Rotterdem a Hollanda û paytexta Yewnanistan Atînayê dagirkeriya Tirk hate protestokirin.
Çalakiyên Kurdistanî û dostên wan ên li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî nabin.
GLASGOW
Kurdistanî û dostên wan ên li pêşiya avahiya BBC a Glasgow a Skoçyayê kom bûn dagirkeriya Tirk protestokirin.
ENDÎNBÛRGH
Li paytexta Skoçya Endînbûrghê jî Kurdistaniyên li Scotland Natîonal a Galler a li ser rêya Prîncess Streetê kom bûn qetlîama dewleta Tirk a li ser Rojava protestokirin. Di çalakiyê de li ser komkujiyan bi sedan belavok hatin belavkirin.
MELBORÛRNE
Li paytexta Vîctorîa Melboûrne ya Ewûstûryayê jî Kurdistanî û dostên wan li Gara Trenê ya Flîndersê êrîşên qirker ên dewleta Tirk protestokirin. Di çalakiyê de banga hate kirin ku qada esmanî li Tirkiyeyê bê girtin.
BORDEAÛX
Bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Bordeaûx a Fransayê hatin ba hev êrîşên artêşa Tirk û bikaranîna çekên kîmyewî protestokirin.
ROTTERDAM
Li ser banga KCDK-E’yê bi sedan Kurdistaniyên li pêşiya stasyona Rotterdam a Cenraal komkujiyên dewleta Tirk hate protesotkirin.
ATÎNA
Li paytexta Yewnanistan Atînayê jî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protestok kirin. Di saetên sibê de Kurdistaniyan li pêşiya Ofîsa Yewnanistan a Konseya Yekîtiya Ewropayê standek vekirin.