Li Swêdê metirsiya bombeyê

Li bajarê Malmo yê Swêdê hat îdîakirin ku keskê bi gotina bombeyek li ser wî heye û gefa teqandinê li derdor kir. Polîsan ew kes bêbandor kir.

Li gorî raydar û şahidên bûyerê, kesekê li gara trenê ya Malmoyê gotiye bombe li ser wî heye û gefa teqandinê kiriye.

Polîsan bi saeta herêmî saet derdorî 10:00’ê mudaxeleyî bûyerê kir, hate ragihandin bi karanîna çekê kesê mijara gotinê bêbandor kirine. Hate ragihandin ku çenteyek li herêmê îmha jî kirine.

Li gorî nûçeyên çapemeniya Swêdî ragihandi jî, kesê ku nasnameya wî nehate zanîn bombe li ser hebû. Polîsan jî ne ev agahî û ne jî îmhakirina çente piştrast nekir. Li dijî vê tîmeke ya bêbandorkirina teqemeniyê şandine cihê bûyerê.

Şahidên cihê bûyerê jî gotin ku dengê teqînekê hatiye bihîstin. Berdevkekî yê polîsan a ji ro rojnameya Sydsvensken a xwecihî axivî got: “Li qadê ti madeyeke teqemeniyê nehatiye dîtin.”

Kesekî 44 salî û li Malmoyê dijî jî birîndar rakirine nexweşxaneyê, li bendê ye ku piştre îfadeya wî bê girtin. Polîs jî ragihandin ku wê li deverên civakî yên herêma Malmoyê dewriyeyên xwe zêde bikin.