Li ser Rojava li Montpellîerê semînerek hate dayîn

Li bajarê Montpellîer ê Fransayê bi tevlîbûna welatiyên Fransî li ser Rojava semînerek hate dayîn.

Di semînera hevpar ji aliyê NCDK û Carmagnol ve li Montpellîerê hate kirin, nivîsara Fransaî Rafael Llebrûjah û endamê meclîsa Fransa d'Auvergne-Rhône-Alpes Corînne Morel Darleûx weke qiseker tevlî bûn.

Qisekeran bal kişand ser parastina ezmûnên li Rojava hatine girtin û parastina şoreşa Rojava û gelan.

Di semînerê de hate destnîşankirin ku divê xwedî li sîstema li Rojava heyî bê derketin, hate gotin ku şerê li dijî çeteyê DAÎŞ’ê ya li Rojava bi maf e.

Rafeal Lebrûjah pirtûka xwe ya li ser ezmûnên Rojava û çavdêriyên xwe ya bi navê ‘Comprendre le Rojava dans la guerre civile syrienne’ da nasîn.

Her wiha banga hestyariyê ji bo çalakiyên grevên birçîbûnê hatin kirin.