Li ser bingeha yekîtiya neteweyî wê li dijî komployê bimeşin!

Rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar û nûnerên saziyan wê ji bajarên cuda yên Ewropayê li dijî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê li hev kom bibin. Zêdeyî sed kesayet wê li Swîsreyê dest bi meşeke ji 4 rojan bikin.

Di salvegera 21'ê ya Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê de ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, Kurdistaniyên li Ewropayê wê tevî dostên xwe careke din dakevin qadan. Beriya meş û mîtînga mezin a 15'ê Sibatê ya li Strasboûrgê, wê li Swîsreyê ji bo 4 rojan meşeke dirêj bê kirin. Zêdeyî sed kesên ji rojnamevan, nivîskar, siyasetmedar, hunermend û nûnerên saziyan ên ji çar parçeyên Kurdistanê pêk tên, wê bi dirûşma "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re" ji bajarê Cenevre heta Baselê ji bo 4 rojan bimeşin.

BI ŞIYARA YEKÎTIYA NETEWEYÎ WÊ DAXWAZA AZADIYA OCALAN BÊ KIRIN

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Cenevreyê Salîh Saglam li ser meşa dirêj agahî da ku wê 10'ê Sibatê roja Duşemê dest pê bike û got, "Aliyê herî girîng ê meşa me ya dirêj a îsal ku wê li dijî komployê bê kirin, şiyara 'Em bi yekîtiya xwe ya neteweyî komploya navneteweyî pûç bikin' be. Em ê hem ji bo azadiya Rêberê xwe hem jî ji bo pêkanîna yekîtiya xwe ya neteweyî bimeşin. Meş wê ji Lozanê heta Cenevreyê be û gelek siyasetmedar, hunermend, rewşenbîr û nûnerên saziyan wê tevlî bibin."

'YÊ KU LI ÎMRALIYÊ HATIYE TECRÎDKIRIN NE TENÊ RÊBERÊ ME YE'

Saglam destnîşan kir, komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan hate kirin yekser li dijî azadiya Kurdistanê û yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd hate kirin û got, "Yê ku li Îmraliyê hatiye tecrîdkirin ne tenê Rêberê me ye, di heman demê de azadiya Kurdistanê û paşeroja gelê Kurd e. Divê mirov komployê bi vî rengî fêhm bikin. Polîtîkayên dagirkerî û mêtingeriyê yên li çar parçeyên Kurdistanê, divê weke dewama polîtîkaya navneteweyî ya dîlgirtina Rêberê me bê dîtin. Rêberê me pêşengî ji gelekî li ber tinebûnê re kir û ji ber ku li ber feraseta emperyalîst û mêtinger rabû bi salan e dîlgirtî ye. Lewma em dibêjin; daxwaza azadiya Birêz Ocalan, azadkirina wî tê wateya pûçkirina komploya navneteweyî û ev yek jî berpirsyariya her mirovekî Kurd e."

Saglam ji bo meşa dirêj banga tevlîbûnê kir û got, "Em ji her demê bêhtir bawer dikin ku em ê Rêberê xwe azad bikin. Ji bo pêkanîna yekîtiya xwe ya neteweyî û azadkirina Rêberê xwe divê her kes piştgiriya vê meşê bike."

Bernameya meşê wiha ye:

10'ê Sibatê, Cenevre:

12.00: Place de Neuve, kombûn
12.30: Civîna çapemeniyê
13.30- 15.00: Meş
15.00-17.00: Mîtînga li pêşiya Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî

11'ê Sibatê, Lozan

12.00: Parking de Bellerive, kombûn
12.30-15.00: Meş
15.00-16.00: Mîtîng (Place de Riponne)
18.30-21.00: Panel

12'ê Sibatê, Bern

11.00: Zollikofen, kombûn
12.00-15.00: Meş
15.00-17.00: Mîtîng (Weissenhausplatz)
18.30- Panel

13'ê Sibatê, Basel

11.30: Dreirosenbrück, kombû
13.00-17.00: Meş
18.30.22.00: Bernameya çandê

14'ê Sibatê:

Rêwîtiya ber bi Strasboûrgê ve