Li şaredariya Lîvornoyê civîn: Bila kes çekan nefiroşin Tirkiyeyê

Komîteya Kurdan a herêma Toscanayê ya Îtalyayê, Heyva Sor Îtalya û şaredariya Lîvornoyê daxuyaniyeke hevpar a çapemeniyê dan. Di civînê de hate diyarkirin ku bila tu kes çekan nefiroşin Tirkiyeyê.

Çalakiyên şermezarkirina dewleta Tirk didomin.

Komîteya Kurdan a herêma Toscanayê ya Îtalyayê, Heyva Sor Îtalya û şaredariya Lîvornoyê daxuyaniyeke hevpar a çapemeniyê dan.

Nûnerê Komîteya Kurdan Erdal Karabey û li ser navê Heyva Sor Îtalyayê Alîcan Yildiz diyar kirin ku bila zext li Tirkiyeyê were kirin û tu welat çekan nefiroşin Tirkiyeyê.

Şaredar Salvetî diyar kir ku ji bo sekinandina şerê li Rojava çi ji destê wan were, wê bikin.