Li Saarbruken û Kopenhagê ji bo Şengalê çalakî

Li bajarê Saarbrucken a Elmanyayê û paytexta Danîmarka Kopenhagê, gef û êrîşên li ser Şengalê protesto kirin.

Li Kopenhaga paytexta Danîmarkayê û bajarê Saarbrucken a Elmanyayê, bi çalakiyan gef û êrîşên li ser Şengalê hate protestokirin.

KOPENHAG

Li Kopenhaga paytexta Danîmarkayê, bi banga Meclîsa Jinan a Sêvê û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd çalakiya ku li ser Sefaretxaneya Iraqê didome.

Di çalakiyê de ku li ber Sefaretxaneya Iraqê didome, peymana ku meha Cotmehê di navbera Bexda û Hewlêrê de li ser Şengalê hatî kirin û pêşketinên dawî hatin protestokirin.

Çalakiya ku xwestîn tavilê ji peymana ku armanc dikin ku parastina xweser a Şengalê tasfiye bikin vekêşin û diyar kirin ku divê demildest gefên li ser Şengalê bi dawî bibin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana Şengalê” bi dawî bû.

SAARBRUCKEN

Çalakiya ku li bajarê Saarbrucken a Elmanyayê jî didom e. Çalakiya ku TAJÊ lidar xistî 4 roj li pey xwe hişt.

Di çalakiya ku li ber Eûropagaleriyê tê lidarxistin de, bi Elmanî û Kurdî axaftin hatin kirin.

Axaftvanan peyama ku hetanî êrîşên li ser Şengalê bi dawî dibin wê li qadan bin dan.