Li Saarbrûckenê dewleta Tirk hate protestokirin

Êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê li bajarê Saatbrûckenê yê Elmanyayê hate protestokirin.

Kurdistanî û bi dehan kes li pêşiya Europa Galerîe li hev civiyan û bê navber dirûşmeyên “Bila dewleta Tirk ji Kurdistanê derbikeve” berz kirin.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Dexîl Îbrahîm di çalakiyê de axivî, hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re şermezar kir û bang li hemû Kurdistaniyan kir ku li dijî helwesta rêveberiya PDK’ê ya îxanetker xwedî helwest bin.

Sadettîn Botan jî li ser navê Komîsyona Ciwanan axivî û bang li ciwanên Kurd kir ku li dijî êrîşan rabin ser pêyan.

Li ser navê CÎK Saarbrûckenê jî axaftin hate kirin û hate diyarkirin ku rejîma Erodgan bi senteza Îslama Tirk bi sûcên dike nûneriya Îslama sexte dike. Li aliyê din hate gotin ku divê hemû Kurdistanî li dijî zilmê rabin ser pêyan.

Di çalakiyê de bi dehan belavok hatin belavkirin û çalakî bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.