Li Saarbruckenê çalakiyên ji bo Şengalê didome

Li Saarbruckenê çalakiyên ji bo protestokirina êrîş û gefên li dijî Şengalê didome.

Li bajarê Saarbrucken a Elmanyayê bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û TAJÊ, gef û êrîşên Hikumeta Navendî ya Iraqê û PDK’ê yên li dijî Şengalê hate protestokirin.

Kurdistanî û dostên wan ên li Eûropageleriyê hatîn gelhev, bi pankart û flamayên rakirîn êrîş protesto kirin.

Kurdistaniyan diyar kirin ji ber betlaneya Paskalyayê neçar man ku navber bidin çalakiya xwe, piştî betlaneyê wê çalakiya xwe ji cihê mayî bidomîn in û bi çepik û dirûşmeyan çalakî bi dawî bû.