Li Rûsyayê Komploya 15’ê Sibate hate protestokirin

Li herêma Novoaleksandrovk a Rûsyayê Komploya 15’ê Sibatê hate protestokirin.

Kurdistaniyên li navçeya Novoleksandrovks a girêdayî herêma Stavrapol a Rûsyayê dijîn li dijî Komploya 15’ê Sibatê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Hevserokê Otonomiya Çanda Kurd a navçeya xwecihî ya Novoaleksandrovks Hûseyîn Ehmedov û siyasetmedarê Kurd ÎbrahÎm Bazûyev axivîn. Qisekeran diyar kirin ku hêzên kapîtalîst ên navneteweyî bûn yek û li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komplo pêk anîn.

D çalakiyê de hate gotin ku berxwedana mezin a Ocalan a li Îmraliyê gelê Kurd pêş ve biriye û ev peyam hate dayîn; “Gelê Kurd wê her tim xwedî li Rêberê xwe derbikeve û dewleta Tirk a faşîst wê bi ser nekeve.”