Li Rûsyayê 9’ê Cotmehê hate protestokirin

Kurdên li Rûsyayê dijîn Komploya 9’ê Cotmehê û tecrîda li Îmralî protesto kirin.

Kurdistaniyên li navçeya Yerşov a herêma Saratov a Rûsyayê dijîn, li Navenda Çanda Kurd hatin ba hev û bi daxuyaniyekê Komploya 9’ê Cotmehê protesto kirin.

Li ser navê Kurdistaniyên li pêşiya Navenda Çanda Kurd a Yerşov hatin ba hev Hevserokê Meclîsa Gel a Yerşorv Mîrza Alî Yûsûbov û endamê Meclîsê Mûstefa Bakî axivîn. Di axaftinan de hate gotin ku ew tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê domandin qebûl nakin, diyar kir ku li dijî polîtîkayên îmha û înkarê ya dewleta Tirk wê têkoşînê xurtir bikin.

Dîsa banga xwedîderketin û tevlîbûna pêngava KCK’ê ya ‘Dem dema azadiyê ye’ hate kirin.

Herî dawî jî hate gotin ku divê hemû hêzên pêşverû yên cîhanê û gel li dijî pêkanînên dewleta Tirk dengê xwe derbixin.