Li Rûsya, Ûkrayna û Fransayê dagirkeriya Tirk hate protestokirin

Êrîşên dagirker ên dewleta Tirk li Rûsya, Ûkayna û Fransayê bi çalakiyan hate protestokirin.

SAÎN-PETERSBÛRG

Komek ciwanên li pêşiya Sefaretxaneya Tirk a St. Petersbûrg a weke duyemîn paytexta Rûsyayê tê zanîn hatin ba hev dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

TAMBOV

Meclîsa Jinan a Tambov ji bo protestokirina êrîşên qirker û dagirker a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyekê protesto kirin. Seroka Meclîsa Jinan Xelyas Şamoyan axivî û got: “Her kesê li dijî dagirkerî û zilma Tirk bêdeng dibin hevkarên vî sûcî ne.”

SARATOV

Kurdên li navçeya Krasnîkût a girêdayî bajar Saratov a Federasyona Rûsyayê li pêşiya Navenda Çandê kom bûn dagirkeriya Tirk a li ser Rojava protesto kirin. Di çalakiyê de endamê Rêveberiya Meclîsa Gel a Karsnîkûê Ramazan Bûdakov bal kişand ser qirkirina welatiyên sivîl û got: “Dewleta Tirk bi zanabûn li jîngehên sivîlan dide, bi vê dixwazin gel koçber bikin.”

ÇELYABÎNSK

Kurdistaniyên li bajarê Çelyabînsk a li herêma Sîbîrya ya Rûsyayê dijîn dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protestokirin. Kurdên li Navenda Çandê kom bûn û li vir jî endamê Rêveberiya Meclîsa GEl Sevdîn Azad got: “Gelê me erkdare ku destkefiyên Kurdan ên li Rojava biparêze. Divê ji bo valaderxistina van êrîşan tişta ji destê me her kesî bê bike.

KÎEV

Ciwanên li pêşiya Sefaretxaneya Tirk a bajarê Kîev a Ûkrayna hatin ba hev êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a li ser Rojava protestokirin. Polîsan xwestin ciwanan belav bikin, lê ciwan bibiryar in çalakiya xwe bidomînin.

BORDEAÛX

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Bordeaûx a Fransayê jî ji bo rabûna balafireke Tirk asteng bikin çalakiyek hate kirin. Çalakvanan xwestin ketina balafirê bloke bikin, polîsan mudaxelek kir û ciwanek destgîrkirin. Li ser nerazîbûna çalakvanan ciwan hate azadkirin.