Li Romayê li dijî tecrîdê belavok hatin belavkirin
Li paytexta Îtalya Romayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê meha Sibatê gelek çalakî bên lidarxistin.
Li paytexta Îtalya Romayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê meha Sibatê gelek çalakî bên lidarxistin.
Komîteya Kurd a Romayê û Rete Kurdistan, ji bo tevlîbûna li çalakiyan belavok belav kirin.
Çalakgeran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û belavok belav kirin. Ji çalakgeran, parêzerê 'Komîteya azadî ji Ocalan re' Sîmonetta Crîscîl diyar kir ku heta Rêberê Gelê Kurd azad bibe wê têkoşîna xwe dewam bikin.
Li gorî daxuyaniya Komîteya Kurd a Romayê û Rete Kurdistan wê di 3, 5, 9 û 11'ê Sibatê de li qad û rawestgehên cuda yên metroyê belavok bên belavkirin û 14'ê Sibatê jî wê meş û mîtîngeke girseyî bê lidarxistin.