Li Romayê tecrîd hate protestokirin

Li Roma ya ku paytexta Îtalyayê ye tecrîda Îmralî hate protestokirin û di çalakiyê de televîzyona Raî ku bûyeran ranagihîne, hate protestokirin.

Li Roma ya ku paytexta Îtalyayê ye tecrîda Îmralî hate protestokirin. Çalakî bi pêşengiya Komîteya Kurd hate kirin, endamên Rete Kurdistan, antîkapîtalîstên Sînîstra û Partiya Komunîst beşdarî çalakiyê bûn.

‘DIVÊ FAŞÎZM Û BERXWEDAN WERE DÎTIN’

Di çalakiyê de bêhestiyariya televîzyona Raî hate protesto kirin û hate gotin ku têkildarî greva birçîbûnê û rojiya mirinê dosya radestî televîzyonê hatiye kirin, tevî vê jî bêdeng in. Di çalakiyê de bal hate kişandin ser Erol Aydemîr ê ku li Romayê zêdetirî 2 meh in di greva birçîbûnê de ye.

Di çalakiyê de hate diyarkirin ku divê grevên birçîbûn û rojiya mirinê, êrîşên faşîst ên dewleta Tirk û berxwedana Dayikên Laçikspî were dîtin. Li aliyê din televîzyona Raî hate şermezarkirin.