Li Romayê salvegera PKK’ê hate pîrozkirin

Navenda Çanda Kurd a Araratê li Romayê ji bo salvegera avabûna PKK’ê çalakiyek li dar xist.

Li Romayê ya ku paytexta Îtalyayê ye salvegera avabûna PKK’ê bi coş hate pîrozkirin. Pîrozbahî ji aliyê Navenda Çanda Kurd a Araratê hate kirin. Di pîrozbahiyê de sînevîzyona axaftinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate nîşandan.

Siyasetmedar Cemşîd Serhad di pîrozbahiyê de axivî û diyar kir ku li Kurdistanê li dijî dewletên dagirker û mêtinger gelek serhildanên Kurdan hene û got ku, “PKK li Kurdistanê serhildana herî mezin e.”

Serhat diyar kir ku PKK li her çar parçeyên Kurdistanê îro hêza herî dînamîk e û got, “PKK di serî de ji bo gelê Kurdistanê, bandor li gelên Rojhilata Navîn û gelên din kir.”

Pîrozbahî bi axaftina kurt a Îtalyanan bi dawî bû.