Li Romayê pirtûka li ser Kobanê hate îmzekirin

Nivîskar Vîchî De Marchî, pirtûka xwe ya li ser Kobanê li paytext Romayê îmze kir.

Li paytexta Îtalya Romayê, nivîskar Vîchî De Marchî pirtûka xwe ya li ser Şoreşa Rojava, berxwedana Kobanê û şervanên jin îmze kir. Ji bo îmzekirina pirtûka 'Dentro îl Cûore Dî Kobanê' panelek hate idarxistin. Di panelê de êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava hatin şermezarkirin.

Nivîskar Marchî ji beşdaran re qala Şoreşa Rojava, jiyana komunal a jinê û konfederalîzma demokratîk kir.

'DEWLETA TIRK BELAYÊ SERÊ CÎHANÊ YE'

Saît Dûrsûn jî bi anvê Komîta Kurdan axivî û bal kişand ser piştgiriya dewleta Tirk a ji bo çeteyên DAÎŞ'ê. Dûrsûn got, "Dewleta Tirk ne tenê belayê serê Kurdan e, di heman demê de bûye belayê serê tevahiya cîhanê."