Li Romayê çalakiya Aydemîr di roja 21’an de ye

Greva birçîbûnê ya Erol Aydemîr a li paytexta Îtalya Romayê di roja 21’an de didome.

Berxwedana grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên li gelek bajarên Ewropayê didomin.

Greva birçîbûnê ya Erol Aydemîr ku destpêkê li girava Sardenya dest bi çalakiyê kir û piştre çalakiya xwe li Romayê didome, di roja 21’an de ye.

Piştgirîya Îtaliyan a ji bo berxwedana greva briçîbûnê her roja diçe zêdetir dibe. Heman demê greva birçîbûnê ya bêdawî-bidorveger jî didome.

Aktivîstê Îtalî û nûnerê Konfederasyna Komîteyên Bingehîn Vîncenzo Mûîlûccî ku beriya niha di çalakiya greva birçîbûnê ya bidorveger de cih girtibû, çalakî dewrî koma nû kir.

Çalakgerê greva birçîbûnê Erol Aydemîr  di dewrgirtina koma nû de axivî û got; “Tecrîda li ser Ocalan tê pêkanîn ne tenê li ser gelê Kurd e li ser hemû gelên ku li azadiyê digerin tê pêkanîn e. Tecrîd sûcê dij mirovahiyê ye û Parlamenta Ewropayê û CPT ku hevkarên sûc in divê bi erka xwe rabin.”

Aydemîr diyar kir ku daxwazên berxwedêrên grevên briçîbûnê rewa û mafdar in.