BI DÎMEN

Li Roma, Bolognayê û Parmayê Newroz hat pîrozkirin

Li Roma, Bolognayê û Parmayê Newroz hat pîrozkirin. Di pîrozbahî û çalakiyên Newrozê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.

NEWROZ

Li paytexta Îtalya Romayê li Komeleya Araratê pîrozbahiya Newrozê ya bi coş hat lidarxistin. Beşên cuda yên wekî şaredar, komele, sendîka, parêzer, xwendekar û tevgerên jinan beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn.

Di pîrozbahiya ku ruhê yekitî û piştgiryê lê serwer bû, Berdevkê Komîteya Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Gîovannî Russo Spena axaftinek kir. Spena di axaftina xwe de li ser pêvajoya girtîgeh û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 25 salan sekinî û pêvajoya hatina Abdullah Ocalan a Romayê vegot.

Spena destnîşan kir ku ev rewş nayê qebûlkirin û diyar kir ku divê di zûtirîn demê de Abdullah Ocalan azad bibe.

Zêdetirî hezar Îtalî beşdarî şahiyê bûn û çalakî bi muîka Kanî Bîlal, hunermendên Efxanî û  koma navdar a Îtalî Assaltî Frontalî bi dawî bû.

BOLOGNA

Li bajarên Bologna û Parma yên Îtalyayê bi beşdariya bi sedan Kurdistanî û Îtalyayî bi coşeke mezin pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin.

Ji bo bîranîna Avesta Xabur (Zelûx Hemo) ku di berxwedana Efrînê ya sala 2018’an de li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst çalakiya fedaî pêk anî, li Bolonyayê Salona Çandê ya Labas hate vekirin. Piştî rêzgirtinê li ser têkoşîna jinên Rojava civînek hate lidarxistin.

Jina Şoreşger a Îtalî ya YPJ Enternasyonalê Alessîa Manzî û ji Ya Bastayê Adele weke axaftvan beşdarî civînê bûn. Civîna ku eleqeyek mezin kişand, bi pirs û bersivan bi dawî bû.

Piştre ji bo Sînemaya Amûdê ya ku wê li Rojava bê avakirin kampanyaya piştgiriyê hat destpêkirin. Yekemîn fîlmê ku bi vê boneyê hat nîşandan sînevîzyona ji bo bîranîna Lorenzo Orsettî (Tekoserî Piling) bû ku di pêngava rizgarkirina Rojava ya li dijî DAÎŞ'ê de şehîd bibû.

Saet ber bi 22:00’an ve hunermendên Kurd Belçîm Atay, Naser Walo û Aştî Abdo derketin ser dikê. Çalakiya ku heta derengiya şevê dom kir, bi pankartên li dijî faşîzma dewleta Tirk hatin bilindkirin, bi dawî bû. Her der bi alên PKK, YPG û YPJ'ê hat xemilandin û dirûşmên "Bijî Newroz" û "Ji Abdullah Ocalan û Rojava re azadî" hatin berzkirin.

PARMA

21’ê Adarê roja pêncşemê li bajarê Parmayê saet di 19.30’an de li Qada Aştiyê bi beşdariya 23 sazî, partî, sendîka û saziyên demokratîk meşek meşaleyî hate lidarxistin.

Di meşê de dirûşmên "Ji Abdullah Ocalan re azadî", "Ji Kurdistanê re aştî", "Bijî Newroz", "Bijî Kurdistan" û "Bijî Rojava" hatin berzkirin. Piştî meşa rengîn, çalakiya çandî bi ketina qada Berxwedanê û vêxistina agirê Newrozê dest pê kir.

Piştî axaftinan girse, bi stranên gelerî yên ji aliyê Koroya Gel a Parma ve li gel muzîkjenên Kurd û Îtalî hatin pêşkêşkirin, kêfxweş bû. Çalakiya ku heta derengiya şevê dom kir, bi dirûşmeyên “Ji Serok Apo re azadî” bi dawî bû.