Li Qibrisê bi çalakiya grevê piştgirî da pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’

Li Lîmasol a Qibris ji bo xwedîderketina li greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ku li girtîgehên Tirkiyê dayî destpêkirin, çalakiya greva birçîbûnê ya bidorveger hate destpêkirin.

Kurdên li Qibrisê ji bo xwedî li grevên birçîbûnê ya ku ji meha Mijdarê ve li dijî tecrîd û binpêkirinên mafan ên li zindanan hatî destpêkirin, li Komeleya Çandê ya Teofîlos a bajarê Lîmasolê greva birçîbûnê ya bidorveger dan destpêkirin.

Çalakiya ku bi koma 7 kesî destpê kirî, wê 10 rojan dom bike. Çalakî wê bi du koman dewam bike.

Di çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengal, Mexmûr, Rojava û Qendîlê jî hatin protestokirin.

Di çalakiya ku bi daxuyaniya çapemeniyekê destpê kir, aktîvîstê Kurd Kamil Akalin axivî û got: “Hetanî ku zext, tecrîd û hewldanên dagirkeriyê yên li girtîgehên Tirkiyê bi dawî dibe wê têkoşîna me dom bike.”