Li Qibris û Evûstûralyayê komploya 15’ê Sibatê hate protestokirin

Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li navçeya Dalî ya Qibris û bajarê Melboûrne ya Evûstûraylyayê hate protestokirin.

 QIBRIS

Li navçeya Dalî ya Qibrisê bi çalakiyekê komplo hate protestokirin. Di çalakiyê de serokê Partiya Keskan Georgîos Perdîkîs û dosên Kurd ên Qibrisî jî amade bûn.

Çalakvan di saetên sibê de ber bi Sefaretxaneya Yewnanistan a Lefkoşayê ve ketin meşê.

Di meşê de bê navber dirûşmên dilsoziya bi Ocalan re hatin qîrkirin û têkildarî komploya 15’ê Sibat û tecrîdê jî belavok hatin belavkirin. Çalakvan gihiştin pêşiya sefaretxaneyê û li vir çelengek reş danî û hevkariya Yewnanistan a di komployê de şermezar kir.

Endama Navenda Çanda Kurd a Theofîlos Fatma Jîrkî li qadê axivî û daxwaz kir ku tavilê Ocalan bê azadkirin.

EVÛTÛRALYA

Bi heman armancê li bajarê Melboûrne yê Evûstûralyayê jî bi çalakiyekê komplo hate şermezarkirin. Di çalakiyê de sînevîzyona ku komployê radixe ber çavan hate nîşandan.