Li pêşiya Wezareta Darayiyê ya Swêdê tecrîd hate protestokirin

Kurdistaniyên li paytexta Swêd Stockholmê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di grevê de ne, li pêşiya Wezareta Darayiyê ji bo protestokirina tecrîdê çalakiyek lidar xistin.

Di dema Wezîra Darayiyê Magdalene Andersson ji bo bûceya hikûmetê daxuyanî dida çapemeniyê çalakî pêk hat de, pankarta ‘Destekê bidin Leyla Guven a ji bo mirovahiyê di greva birçîbûnê de ye’ vekirin, belavokên ku tecrîdê tehşîr dike li rojnamevanan belav kirin.

Piştre li Gara Trenê ya Stockholmê pankart vekirin bi gotin û nivîskî li ser tecrîda Ocalan û grevên birçîbûnê yên li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê bi hezaran kes ketine grevê agahî parvekirin.

Endama Komîsyona Yekîtiya Ewropa ya Parlemento û Parlementera Partiya Çep Îlona Szatmarî Waldaû di saetên şevê de li gel Endama Desteya Rêveber a Forma Çep a Navneteweyî û Herêma Ûppsala ya Partiya Çep Yekbûna Alp, serdana çalakvanên grevê kirin.

Waldaû anî ziman ku ji Yekîtiya Ewropa cudatir polîtîkayê dişopînin, diyar kir ku daxwaz kirine ku divê di serî de rêz ji Ocalan û mafên Kurdan re bigirin û got: “Ez îlhamê ji çalakvanên greva birçîbûnê digirim. Em destekê didin daxwaz û grevên biçîbûnê. Li gelek cihên dinê mirov ji bo balê bikişînin ser bûyerên li Tirkiyeyê di grevên birçîbûnê de ne.”

Çalakvanên grevên birçîbûnê yên ji ANF’ê re axivîn heta tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd dom bikin wê bi biryardarî têkoşîna xwe bidomînin. Hamîd Nerjî yê ji Rojava anî ziman ku bi rakirina tecrîdê re wê rêya azadiyê bê vekirin, bal kişand ser destekkirina grevên birçîbûnê yên girtiyên azadiyê.

Ji Bakurê Kurdistanê ciwana bi navê Dilvîn Bakur daxwaz kir bê ku mirin pêk werin dawî li tecrîdê bînin.

Çalakvanên grevan ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan banga xurtkirina çalakiyên grevên birçîbûnê kirin.