Li pêşiya PE’yê çalakî hate lidarxistin
Li paytexta Belçîka Brûkselê li pêşiya Parlamenta Ewropayê (PE) bi çalakiyekê bal hate kişandin li ser berxwedana grevên birçîbûnê.
Li paytexta Belçîka Brûkselê li pêşiya Parlamenta Ewropayê (PE) bi çalakiyekê bal hate kişandin li ser berxwedana grevên birçîbûnê.
Li paytexta Belçîka li pêşiya Parlamenta Ewropayê (PE) bi pêşengiya NAV-BEL û YJK-B Kurdistaniyan çalakiyek lidarxist û bal kişandin li ser berxwedana grevên birçîbûnê.
Çalakî li qada Lûxembûrgê hate lidarxistin û di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate hildan. Di çalakiyê de bal hate kişandin li ser berxwedana Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, li Hewlêrê berxwedana greva birçîbûnê ya Naisr Yagiz û berxwedana grevên birçîbûnê ya li Strasboûrgê.
Di çalakiyê de bêdengiya li dijî berxwedana Leyla Guven ku 145 roj in di grevê de ye, hate protesto kirin û bênavber dirûşmeyên ‘Lîberte poûr Ocalan” û “Em hemû Leyla ne” hate berz kirin.
Di çalakiyê de peyama YJK-B hate xwendin û çalakî bi dirûşmeya ‘Bê Serok jiyan nabe’ bidawî bû.