Li Pêşiya Parlementoya Ewropayê tecrîd hate protestokirin

Li pêşiya Parlementoya Ewropayê ya li Brukselê tecrîda li ser Ocalan bi mîtîngekê hate protestokirin. Di mîtîngê de bêdengiya hikumetên Ewropayê hatin şermezarkirin û banga berxwedanê hate kirin.

Kurd û dostên wan ên ku ji Fransa, Elmanya, Hollanda, Swîsre û Belçîkayê hatine vê sibehê li Brukselê li pêşiya gara navendî kom bûn. Ber bi nîvro ve bi pêşengiya dayikên xavikspî dest bi meşê kirin.

Di meşê de sloganên li dijî tecrîd û dewleta Tirk hatin berzkirin û sirûdên şoreşgerî hatin strandin. Piştî meşa saetekê li Parka Luksembûrg a Parlementoya Ewropayê mîtîngek hate lidarxistin.

 Parlementerê berê Kemal Aktaş di mîtîngê de axivî û bal kişand ser berxwedana Leyla Guven 7 meh berê dabû destpêkirin. Aktaş got ku “Roj roja berxwedanê ye. Ji ber berxwedanê dewlet tengijiye û ji ber vê jî pêşiya hevdîtinên bi Ocalan re vekiriye. Em li hemberî faşîzmê çiqasî xurt bin, wê çalakiya me jî ew qasî bigihêje encamê.”

Li ser navê TJK-E’yê Medya Abdo jî bal kişand ser grevên birçîbûnê û got ku “Bi berxwedana jinan vê pêvajoyê dest pê kir.”

Du şoreşgerên ku 17 roj in di greva birçîbûnê de ne, tevlî çalakiyê bûn. Gulten Yavûz û Ceyran Bîlen jî di mîtîngê de axivîn û diyar kirin ku ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê, wan dest bi greva birçîbûnê ya 30 rojan kirine.

Herî dawîn ku dayika girtiyekî axivî ûgot ku “Me bi îradeya xwe dest bi vê berxwedanê kir. Em ê bi ser bikevin wê berxwedan jî bi ser bikeve.”

Piştî axaftin û govendê, girse ji qadê belav bû.