Li pêşiya NY’yê çalakî: Dagirkeriyê rawestînin!

Kurdistaniyên li pêşiya Ofîsa Cenevre ya NY’yê kom bûn, êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a li ser Rojava protestokirin.

Nerazîbûn û xwepêşandanên protestoyî yên li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Kurdistanî û dostên wan ên li pêşiya Ofîsa Cenevre ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya bajarê Cenevre ya Swîsreyê kom bûn çalakiye kirin.

Çalakvanên li pêşiya deriyê Ofîsa Cenevre ya NY’yê kom bûn çalakiya rûniştinê kirin, dirûşmên ‘NY’yê bikevin nava tevgerê’, ‘Bijî berxwedana Rojava’, ‘Nebin hevkarên qetlîaman’ û ‘Terorîst Erdogan’ qîr kirin. Di çalakiyê de daxwaz ji NY’yê kir ku li dijî dewleta Tirk bi lezgîn bikevin tevgerê.