Gelê Kurd her roja Çarşemê li pêşiya Neteweyên Yekbûyî kom dibin û di kon de çalakiya rûniştinê didomînin. Çalakgeran li hemberî peymana li ser Şengalê bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku bila berpirsyariya xwe pêk bîne.
Saet di 10.00’an de konê berxwedanê hate avakirin. Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alayên PKK, YBŞ û ya Şengalê li kon hate daliqandin.
Çalakî bi rêzgirtina di şexsê yek ji fermandarê PKK’ê Mahsûm Korkmaz (Egîd) de dest pê kir.
Hevserokê Navenda Civakî ya Kurdan a Cenevreyê Salîh Saglam diyar kir ku peymana li ser Şengalê, êrîşên li ser her çar parçeyên Kurdistanê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne dûrî hev in. Saglam got “Li hemberî têkoşîna gelê Kurd wê tu hêz nikaribe bi ser bikeve. Em bang li NY dikim bila pêşeroja Şengalê ji gelê Şengalê re were hiştin.
Piştî axaftinên hatin kirin dosyeya derbarê pêşeroja Şengalê teslîmî ‘Maseya Rêveberiya Herêma Kurdistanê’ ya Neteweyên Yekbûyî hate kirin.
Kurdan piştre çalakiya rûniştinê domandin. Çalakiya rûniştinê her roja Çarşemê saet di 10.00-17.00’an de tê kirin.