Li Parlementoya Swêdê nerazîbûn nîşanî zextên li ser Kurdan hate dayîn

Parlementera Sosyalîst a Swêdê Amîneh Kakabaveh nerazîbûn nîşanî polîtîkaya zextên li ser Kurdan a Polîsên Ewlekariyê ya Swêdê da.

Parlementera Sosyalîst a Swêdê Amîneh Kakabaveh duh di rûniştina Parlementoya Swêdê de nerazîbûn nîşanî polîtîkaya zextên li ser Kurdan a Polîsên Ewlekariyê ya Swêdê da û xwest bila zextên li ser Kurdan were rakirin.

Kakabaveh di serê meha Adarê de bi pêşniyaznmeyeke nivîskî xwestibû bila zextên Polîsên Ewlekariya Swêdê (Sapo) ya li dijî Kurdan were nîqaşkirin û bila zextên li ser Kurdan were rakirin.

Kakabaveh diyar kir ku ev qanûn par di meha Adarê de ketibû meriyetê û wê li dijî rêxistinên terorê were bikaranîn. Kakabaveh diyar kir ku tê îddîakirin ev qanûn li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yên li Sûriye û Iraqê ye lê berevajî vî tiştî li dijî Kurdan tê kirin.

Kakabaveh xwest ku dema Kurdan li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer dikir gelo welatên herêmê çi dikirin. Kakabaveh bi bîr xist ku hêzên Kurdan piştî ku DAÎŞ têk birin rejîma Erdogan êrîşî Rojava û Efrînê kiriye û Kurdan ligel van êrîşan jî li Rojava 3 kanton ava kirine.

Kakabaveh polîtîkaya polîsên Swêdê rexne kir û got, “Divê polîsên ewlekariya Swêdê bizanibe ku kî dijminê demokrasiyê ye û wê kî wekî terorîst were nîşankirin û bizanibe wê wan li ku bibîne.”

Kakabaveh bi mînakên şênber qala zextên polîsên Swêdê ya li dijî Kurdan kir û got “Swêdê bi balefireke taybet Resûl Ozdemîr şandibû Tirkiyeyê û piştî êşkenceyê Ozdemîr di girtîgehê de ye. Heke kesek Kurd be û li ser facebookê fikrên xwe diyar bike, ji bo dersînorkirina bes e. Êdî ew dem derbas bûye ku ji ber fikrên wan zext li mirovan were kirin.”

Kakabaveh diyar kirku Polîsên Ewlekariya Swêdê lêpirsîn li ser dayika bi navê Zozan Buyuk vekiriye û piştgiriya Zozan Buyuk a ji bo HDP’ê wekî sûc hatiye nîşandan. Kakabaveh got ku “Tişta ku Tirkiye li dijî Kurdan, HDP û mûxalifên dike, Polîsên Ewlekariya Swêdê jî heman tiştî li Swêdê li dijî Kurdan dike.”