Li Parîsê tecrîd û gefên li ser Şengalê hatin protestokirin

Li Parîs a paytexta Fransayê, ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi daxwaza ku tavilê fikarên wan ên li ser tendirûstiya wî bê derbaskirin çalakiyek protestoyî lidar xistin.

Di çalakiyê de ku li ber Kemera li semta St. Denîs a Strasboûrga Parîsê hatî lidarxistin, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta bi nivîsa “Em ê tecrîdê bişkênin, faşîzmê birûxînin, Kurdistanê azad bikin” vekirin.

Azad Dogan ê ku di çalakiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Parîsê lidar xistî de axivî, got ku hetanî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad dibe ew ê li qadan bin.

Dogan ê ku bal kişandî li ser bûyerên li Şengalê diqewimin, li dijî peymana nava hikumeta Iraqê û dewleta Tirk de li ser Şengalê hatî kirin, bang li NY’ê kir xwedî li berpirsyartiyên xwe derbikeve.

Çalakî bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

VÎLLÎERS LE BEL

Li bonliyo Vîllîer le Bel a Parîsê jî li dijî tecrîda li ser  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zextên hikûmeta Fransa ya li ser Kurdan çalakî hate kirin.